Navenda Metro bo Ebadî: Biryara qedexekirina Kurdistan24 hilweşîne

Rêvebirê Navenda Metro ya berevaniyê li mafê rojnamevanan dike di nameyeke vekirî ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaz dike, dimildest biryara rawestandina weşanê û karkirina tîmên Kurdistan24 li Iraqê hilweşîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêvebirê Navenda Metro ya berevaniyê li mafê rojnamevanan dike di nameyeke vekirî ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaz dike, dimildest biryara rawestandina weşanê û karkirina tîmên Kurdistan24 li Iraqê hilweşîne.

Di nameyekê de, ku beşê Erebî yê malpera K24ê belav kiriye, Rêvebirê Navenda Metro Rehman Xerîb amaje bi tawanên tîrorkirina rojnamevan û wênegirê kenalê Kurdistan TV Erkan Şerîf ku di mala xwe li Daqoqê ji aliyê çekdarên Heşda Şeibî ve bi awayekî hovane hate şehîdkirin.

Herwiha nivîsiye, navê Erkan Şerîf çûye nava rêzbenda 302emîn rojnamevanên terorkirî, ku ji sala 2003an ve ta niha li Iraqê hatine kuştin.

Diyar kiriye jî, beşek ji rojnamevanan ji aliyê DAIŞê, Qaide û grpên terorist ve hatine kuştin, lê piranî jî ji aliyê mafyayên gendeliyê hatine kuştin, bi armanca dosyên wan aşkere nebin û raya giştî pê nizanibe.

Di beşeke din ya name de hatiye, di saya aloziyên di navbera desthilatên federalî û Herêma Kurdistanê yên di vê dawiyê de, kenalên ragihandinê jî bûn qurbaniyên vê aloziyê, ku aliyên leşkerî û ewlehiyê rênima û biryar li dijî medyayê derkirin, da kenalên Kurdistan24 û Rûdawê bên girtin. DI demekê de ku Desteya Ragihandin û Pêwendiyan li gor destûrê nîv serbixwe ye û girêdayî desthilatên yasayî ye, pêwîst e jî bi pîşeyane û li gor peyrewên navxweyî kar bike, ne ku bi arasteyên ji desthilatên din.

Di dawiya namê de, Rêvebirê Navenda Metro Rehman Xerîb daxwaz ji Ebadî kir, destêwerdanê bike ji bo aşkerekirina kujerên rojnamevan Erkan Şerîf û lêkolînê derbarê hemû binpêkirinên li hember rojnamevanên Iraqê dibin bike. Herwiha bilez jî kar bike, ji hilweşandina biryara girtina kenala Kurdistan24 û Rûdawê.