AA: Amerîka dê li rojhilatê Firatê grûbên ser bi Îranê ve bike armanc

Ajansa Anadolu (AA) ya Tirkiyê radighîne, Amerîka amadekarî dike, li Rojavayê Firatê, grûbên terorîst yên ser bi Îranê bike armanc

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa Anadolu (AA) ya Tirkiyê radighîne, Amerîka amadekarî dike, li Rojavayê Firatê, grûbên terorîst yên ser bi Îranê bike armanc.

Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, HSD di rojên dawî de, hember xwepêşandanan, li devera Dêrazorê 200 donim zevî şewitandin e û dest bi operasyoneke mezin kiriye.

Ligor nûçeyê, çavkaniyên herêmî radighînin, Hevpeymaniya Navnetewî, 3 meh zêdetir e, hêzên HSD rahênan dikin, ku di nav de çêkirina pirên seyar, veguhestin û derbaskirina rûbaran jî heye.

Tê destnîşankirin, HSD dixwaze hozên Erebên Sunî, hember grûbên ser bi Îranê bikşîne aliyê xwe û piştî kontrolkirina tevahiya Rojhelatê Dêrazorê, hewl dide ku, operasyonek hember grûbên terorîst yên ser bi Îranê encam bide.

 

 

 

C.B