Donald Trump û Kim Jong-un rêkeftinekê îmze dikin

Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Koryaya Bakur Kim Jong-un îro li Singeporeyê civiyan û rêkeftineke girîng îmze kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Koryaya Bakur Kim Jong-un îro li Singeporeyê civiyan û rêkeftineke girîng îmze kirin.

Serokê Amerîka piştî îmzekirina rêkeftinê ragihand, Amerîka û Koryaya Bakur dê cîhanê bi encama lûtkeya wan sersam bikin û got: “Rêkeftina wan giştgîr û gelekî girîng e”

Donald Trump soza da ku bilez pêwendiyên Amerîka – Koryaya Bakur bi pêş ve bibe û got: “Di çarçoveya lûtkeya bi Kim Jong-un de, têkliyeke taybet di navbera me de çê bû û amade me pêşwaziyê li Koşka Spî li Kim Jong-un bikim.”

Ji aliyê xwe ve, Kim Jong-un spasiya Trump kir û got: “Îmzekirina vê rêkeftina dîrokî, ragihandina destpêkeke nû û guhartinên mezin in.”

Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Koryaya Bakur Kim Jong-un îro li hotela Capella a Singeporeyê hatin ba hev û di pişt re lûtkeyek girtî encam dan.

Ji ber milmilaneyên atomî di navbera her du welatan de, piştî nêzîkî 20 salan ev cara yekem e serokekî Amerîkî û Serokekî Koryaya Bakur bi hev re dicivin.

 

S. B