Germiyan tawana Enfalê bibîr tîne

Îro 31 sal bi ser tawana Enfalê li devera Germiyan re derbas dibe, xelkê deverê bi hevkariya ligel Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan çendîn çalakiyên bîranîna şehîdbûna kesûkarên xwe dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro 31 sal bi ser tawana Enfalê li devera Germiyan re derbas dibe, xelkê deverê bi hevkariya ligel Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan çendîn çalakiyên bîranîna şehîdbûna kesûkarên xwe dikin.

Rêjîma Beis a Iraqê ya têkçûyî bi serokatiya Sedam Husên ji sala 1986an de dest bi proseya Enfalê kir û êrîşî ser bajar û navçeyên Kurdistanê kir û di wê proseyê de operasyonên bijayî, topbaran û bombebarankirin, koçkirin, kîmyabaran û bi zindî xistina di gorên bikomî de kirin û di encamê de 182 hezar Kurd hatin şehîd û enfalkirin û 4 hezar û 500 gund wêran kirin.

Peyamnêrê K24ê li Germiyanê da zanîn, li navçeya Rizgarî rêwresmek ji bo bîranîna 31 saliya enfalê hatiye rêkxistin û hejmarek mezin ji xelkê Germiyanê, berpirsên hikûmî û nûnerên aliyên siyasî tê de beşdar bûne.

Peyvdarê rêwresmê Bêston Jalê ji K24ê re ragihand, îro çendîn çalakî bi bîranîna 31emîn a enfalê birêve diçe. Herwiha berpirsên hikûmî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmarek ji parlemanterên Iraqê û konsol û nûnerên welatên biyanî jî di rêwresmê de beşdar in.

Enfal yan proseya jenosid û qirkirina Kurd yek ji proseyên rêjîma Beis a rûxandî (1963 - 2003) bû, ku di 8 qonaxan re derbas bû.

Qonaxa yekem: Ji 22ê Sibatê û ta 18ê Adara 1988an berdewam kir û di vê qonaxê degeliyê Cafayetî hat enfalkirin.

Qonaxa duyem: Ji 22ê Adarê û ta 1ê Nîsana 1988an birêve çû, navçeya Qeredax hat enfalkirin.

Qonaxa sêyem: Ji 7ê Nîsanê û ta 20 Nîsana 1988an li navçeya Germiyan hat encamdan.

Qonaxa çarem: Ji 3ê Gulanê û ta 15ê Gulana 1988an li navçeya Qelasêwkê û geliyê Zê yê biçûk hat encamdan.

Qonaxa pêncem, şeş û heftem: Ji 15ê Gulanê û ta 26ê Îlona 1988an birêve çû û tê de navçeyên Şeqlawa û Rewandizê bi ber pêla enfalê ketin.

Qonaxa heştem: Ji 26ê Tebaxê û ta 6ê Îlona 1988an birêve çû û tê de êrîş li ser devera Badînanê hate kirin.

Di koma heşt qonaxên proseya Enfalê de, rêjîma Beiş ya jinavçûyî 182 hezar Kurd li bajar û gundên Kurdistanê enfal kirin.

 

S. B