Wezîrê Navxwe: Hemû samanê cîhanê Kurdên Êzidî qerebû nake

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî ragihand, Wezareta Navxwe bi hevahengî bi Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê hevkariyeke darayî dide hejmarek ji jinên Kurd ên Êzidî yên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî ragihand, Wezareta Navxwe bi hevahengî bi Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê hevkariyeke darayî dide hejmarek ji jinên Kurd ên Êzidî yên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.

Wezîrê Navxwe dibêje: “Hevkarî, 2 milyon Dînar ji her jinekê re ye. Her çend e hemû samanê cîhanê nikare Kurdên Êzidî qerebû bike, lê vê gava hevkariyê bi pêwîstiyekê dizanin.”

Di wê çarçovê de Birêvebirê Giştî di Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê de Samî Celal ji K24ê re ragihand, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê bi hevkarî bi Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê re karî birek ji hevkariyan ji jinên Êzidî yên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin re dabîn bike.”

Got jî: “Komîteyeke bilind ji Wezareta Navxwe ji bo vê mebestê pêk hatiye û navê 3 hezar û 200 kesî me daye Bexdayê. Bexdayê razemendî li ser 899 navî daye û navên din jî lêkolîn li ser tê kirin.”

Ji aliyekî din ve, Berpirsê Nivîsgeha Êzidiyên Revandî Husên Qaidî ji K24ê re got: “Me projeya xwe bi hevkariya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê re ragihandiye, ji bo hevkarî bi keç û jinên ji destê DAIŞê rizgarkirî re bê kirin. Di qonaxa yekem de hevkarî ji hejmarek ji rigarkiriyan re tê kirin û her rizgarkiriye 2 milyon Dînar werdigire û li gor rêkeftina me di dahatûyê de jî ev jevkarî berdewam dibe û hewl tê dayîn hevkarî bi hemû rizgarbûyan re bê kirin.”

Aşkere kir jî: “Ta niha 3 hezar û 451 Kurdên Êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û zêdetir ji 2 û 900 kesên revandî jî çarenivîsa wan ne diyar e.”

 

S. B