HSD: Em nêzîkî bajarokê Hecîn bûne

Hêzên Sûrya Demokrat: Ji destpêka operasyona me ji bo kontrolkirina bajarokê Hecîn heya niha, me heft kîlometran kontrol kiriye û em nêzîkî wî bajarokî bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Jêderekî ji Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) ragihand, ku ji destpêka operasyona wan ji bo kontrolkirina bajarokê Hecîn heya niha, wan heft kîlometran kontrol kiriye û nêzîkî wî bajarokî bûne.

Serkirdeyê Fewca 9an a ser bi HSDê ve (Fehed Xeşam) diyar kir, ku hêzên wan ji destpêka ragihandina qunaxa dawî ji operasyona Bahoza Cezîrê ji bo kontrolkirina bajarokê Hecîn û deverên mayî di destê DAIŞê de û heya niha, 7 kîlometr kontrol kirine.

Fehed Xeşam diyar kir, wan gundê Baxuz Foqanî bi temamî ji destê DAIŞê derxistiye û niha hêzên wan nêzîkî gundê Sûse bûne, ku bi kontrolkirina Sûse wê hêzên wan nêzîkî rojhilatî Hecîn bibin.

Xeşam zelal kir, ku çekdarên DAIŞê tevahiya deverên di bin destê xwe de, mîn kirine.

Berî du rojan HSD destpêkirina operasyona bajarokê Hecîn ragihandibû, ku weke dawîn asêgeha çekdarên DAIŞê li rojhilatê gundewarê Dêra Zorê  tê naskirin.

N.O