Yekîtiya Ewropa stiratîjiya xwe ya nû li Iraq û Herêma Kurdistanê radigehîne
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî zanyariyên nûçegihanê Kurdistan24ê li Brukselê, biryar e îro wezîrên derve yên welatên Yekîtiya Ewropa taybet bi pêşeroja Iraqê û aloziyên di nav Hewlêr û Bexdayê de bicivin.
Her di wê civînê de ku bi serperiştiya berpirsa siyaseta derve a Yekîtiya Ewropa Federica Mogherini birêve diçe, çaverê ye ku YE stiratîjiya xwe ya nû li Iraqê diyar bike û behsa rola YE bike ji bo asayîkirina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Berî niha nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li YE Dîlawer Ajgeyî ji Kurdistan24ê re ragihandibû, ku îro YE derbarê rewşa Iraqê piştî şerê li dijî DAIŞê dicive.