Çawîşoglû: Em amade ne di nav Hewlêr û Bexdayê de navberiyê bikin

Mewlûd Çawîşoglû: Pêwîst e di qonaxa piştî referandumê de Bexda û Hewlêr lihev bikin

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglû derbarê pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ragihand ku ''Daxwaza encamdana navberiyê di nav herdu aliyan de ji me hatiye kirin, 21ê vê mehê emê serdana Bexdayê bikin û behsa vê mijarê bikin''.

Îro di daxuyaniyeke rojnamevanî de ji bo Ajansa Anadolê ya Tirkî, Mewlûd Çawîşoglû got: ''Pêwîst e di qonaxa piştî referandumê de Bexda û Hewlêr lihev bikin. Ragihandina Hewlêrê ku ewê pêbendî biryarên dadgeha federalî be, gaveke erênî ye, lê pêwîst e beramberî wê jî lihevkirineke zelal hebe, ji bo vê meremê jî, çi ji destê me derkeve, emê bikin''.

Herweha got: ''Pêwîst e Hewlêr mikur bê, ku ew bi zelalî pêbendî destûra Hikûmeta navendî ye''.

Herweha Çawîşoglû got: "Heger ev gav bên avêtin, em jî dikarin hevkariyê bikin, ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve daxwazek heye ku em navberiyê bikin, egerek mezin jî heye em 21ê vê mehê de biçin Bexdayê û li ser mijarên du alî gotûbêjan bikin. Daxwaza me jî ew e di zûtirîn dem de wan kêşeyan di çarçoveya yekîtiya axa Iraqê de çare bikin.