Baweriya Tirkan bi Amerika nayê

Ligor pirsiyariyek ji alî dezgeha Pew Research Center ve hatî amadekirin, Tirkiye û Tirk, yek ji wan welatan û milletan ên ku herî zêde baweriya wan bi Amerika nayên in.

K24-Navenda Nûçeyan

Ligor pirsiyariyek ji alî dezgeha Pew Research Center ve hatî amadekirin, Tirkiye û Tirk, yek ji wan welatan û milletan ên ku herî zêde baweriya wan bi Amerika nayên in.

Li Tirkiye ji sedî 79 xelkê Tirk bi awayek zêde negativ li Amerika temaşe dike û bawerî bi Amerîka nayê.  Kesên baweriya wan bi Amerika tê hejmara wan ji sedî 11 e.

Di cîhanê de welatê herî zêde ku bawerî bi Amerîka nî ne Meksika ye. Ispanya di rêza duyem û Ûrdin di rêza 3em de ye.