Malîkî: Barzanî li ser encamên referandûmê rijd e

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa û serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malîkî dibêje: “Serok Barzanî li ser encamên referandûma serxwebûna Kurdistanê rijd e.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa û serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malîkî dibêje: “Serok Barzanî li ser encamên referandûma serxwebûna Kurdistanê rijd e.”

Nûrî Malîkî di hevdîtinekê ligel kenala fermî ya Îranê de ragihand, helwesta Serok Barzanî ya derbarê referandûmê de nehatiye guhartin û rijd e li ser biryarên serxwebûna Kurdistanê.

Malîkî ragihand jî, Pêwîstiya Iraqê bi Herêma Kurdistanê heye û pêwîst e hewl ji bo nêzîkbûna aliyên siyasî yên Bexda û Kurdistanê bên kirin.

Hefteya bûrî Serok Barzanî serdana Bexdayê kir û ligel piraniya aliyên siyasî û serkirde û berpirsên bilind ên Iraqê civiya û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin guftûgokirin.

 

S. B