Hevpeymaniya Navdewletî: Hewla nêzikkirina Tirkiye û HSD heye

Hevpeymaniya Navdewletî radighîne , Şanderê Amerîka ji bo Sûriyê ji bo nêzîkkirina Tirkiyê û HSDê di gotûbêjan de ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî radighîne , Şanderê Amerîka ji bo Sûriyê ji bo nêzîkkirina Tirkiyê û HSDê di gotûbêjan de ye

Cîgirê Fermandarê Hevpeymanya Navdewletî ya dijî DAÎŞê Krîstof Gêka ragihand, Şanderê Serokê Amerîka ji bo Sûriyê James Jeffrey di gotûbêjên xwe ligel hikumeta Tirkiyê û HSDê de ji bo lihev nêzîkkirina wan , berdewam e.

Ev demek e axaftin hene, ku Amerîka dinav hewlek de ye, nêzîkkirinek di navbeyna HSD û Tirkiye de payda bike. Herweha hin civîn jî, di navbeyna aliyan de pêkhatiye.

Lê heta niha Tirkiye ev agahdarî piştrast nekirin e.

 

 

C.B