“Dirêjkirina rewşa awarte gefê li mafên mirovan peyda dike”

kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Li Tirkiyeyê Rewşa awarte di 19'ê Tîrmehê de ji bo 3 mehên din dîsa hat dirêj kirin. Çavdêrên siyasî yên li Bakûr dibêjin gelek bandorên neyînî yên rewşa awarte li ser paşeroja Turkiyeyê û jiyana civakê ya rojane çê dibin. Nivîskar û çavdêrên siyasî balê dikşînin ku rewşa awarte li Turkiyeyê buye gefekî li ser derûniya welatiyan û bi taybet li Bakûrê Kurdistanê jî bandora wê girantir û xirabtir e.

Biryara berdewamî û dirêj kirina dema rewşa awarte, li Bakurê Kurdistanê bi neyînî tê pêşwazîkirin. Çavdêrên siyasî dibêjin, êdî rewşa awarte gef û zextê li ser demokrasi, mafên mirovan û bi temamî jiyana civakî peyda dike. Didin zanîn ku pêkhateyên di rewşa awarte de, hiqûq û dadweriyê ji holê rakirine û ev jî dibe egera têkçûyîna derûniya civakî.

Rojnamevan û Nivîskar Naîf Yaşar, radigihîne ku li Turkiyeyê, rewşên awarte bûne wek kevneşopî, lê ji ber dirêj berdewamiya xwe û bi taybet şerê ku di navbera Dewleta Turk û PKK'ê de berdewam dike jî ev rewşa awarte ya ku salekiye didome li ser civakê bandorên gelek xirab peyda kiriye Yaşar radigihîne ku divê rêyên çareseriyê û lihevhatna civakî bi şêwazên aştiyane bên peyda kirin.

Naîf Yaşar ji K24ê re got: "Heqîqetên maxdûriyeteke zor mezin heye û eviya ne çareye. Ji bo demokrasiye, birtatiya gelan, ji bo pêkvejiyana civakî bi rastî jî pirsgirêkeke mezin e ku ev rewş wiha jî nave bidome."

Çavdêrên siyasî balê dikşînin ku pêvajoya aştî û çareseriyê, ji bo hemû Turkiyeyê hêviyên baş û xweş peyda kiribû û di wê rewşê de civakê karibuye bi dilêkî rihet nefes bide û bistîne.

Serokê Berê yê Partiya Komariya Ya Gel (CHP) ê Wanê û Çavdêrê siyasî Cemal Şen jî, tîne ziman ku pêkhateyên piştî hewldana cunteya 15'ê Tîrmeha 2016'an pêkhatine weka ku cunta hatibe kirine û hemû pîvan û saziyên demokrasiyê hatine betal kirin, Turkiye bi biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de tê birêvebirin. Şen vê şêwazê jî ji bo paşeroja Turkiyeyê wek metirsiyeke mezin dinirxîne.

Cemal Şen dibêje: "Divê Parlamentoya me û mekanîzmayên wê bikairibin şol bikin, divê dadgeh û dozgerî serbixwe û azadbin û di bin kontrol û bandora desthilatên siyasî de nebin da ku bi azadî bikaribin tevbigerin û em jî biratî dest bidin hev û wealtê xwe serfiraz bikin."

Çavdêrên siyasî tînin ziman ku ji ber rewşa awarte li ser hemû aliyên civakî neyînî bandor dike, aheng û hevhengiya civakê têk diçe û hevrikî û dijberiya bereyan berz dibe loma jî demildest pêwistî bi asayîkirina rewşê heye.