Li Norweçê, îsal ji her çaran yek penaxwaz ji Tirkiye ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor lêkolînên rojnameya Evrensel li Norweçê kirî, îsal hejmara penaxwazên ji Tirkiye li Norweçê di rêza çarem de ye.
Ligor heman dîvçûnê ev hejmar a penaxwazan ji Tirkiye, ligor sala par 4 caran zêdetir e.
Herweha hatiye diyarkirin ku, zêdeyên wan penaxwaziyan hatine pejirandin, bi egera ku li Tirkiye metirsî liser jiyana wan heye.
Tê payîn ku, zêdeyên penaxwazan piştgir û endamên Cemaeta Gulen in.
C.B