Amerîka: Rewşeke nû li Sûrya peyda bûye

Mike Pompeo: Piştî heft salên şer û rûbirûbûnên xwînewî, Amerîka dixwaze kirîza Sûrya bi awayekî siyasî û aştyane çare bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ragihand, ku rewşeke nû Sûrya bûye û pêwîst e Amerîka nirxandinekeê ji wê rewşê re bike.

Mike Pompeo diyar kir, ku piştî heft salên şer û rûbirûbûnên xwînewî, Amerîka dixwaze kirîza Sûrya bi awayekî siyasî û aştyane çare bike.

Got jî: Mercê me ji bo beşdarîkirinê di avakirina Sûrya de, derketina hêzên Îranî ye.

Pompeo tekez kir, ku heger Sûrya daxwaza derketina tevahiya hêzên Îranî neke, Amerîka jî yek Dolarî ji bo jinûavakirinê radestî Sûrya nake.

Berî niha jî şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîka John Bolton ragihandibû, ku heya hêzên Îranî û çekdarên DAIŞê li Sûrya hebin, Amerîka jî hêzên xwe nakişîne.

N.O