Rûsya: Durûtiya Amerîka li Sûriyê, metirsiyê ji serbazên Rûsî re çêdike

Rûsya: Êrîşa vê dawiyê ku bû sedema kuştina lîwayê Rûsî Valîrî Esabvo, ji encamên siyaseta durû ya Amerîka bû.

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta derve ya Rûsya ragihand: “Pîvanên cuda yên Amerîka di warê serederiyê li gel grûpên çekdar, dihêle ku metirsî li ser hêzên Rûsî li Sûriyê çêbibe.”

Wezareta derve ya Rûsî eşkere kir, berî niha aliyê Amerîkî çend caran hatiye haydarkorin ku ew cudahiya serderiyê li gel grûpên çekdar, ziyan digehîne leşkerên Rûsî û roj bi roj metrisî mezin dibe.

Bi gotina wezareta Rûsî, êrîşa vê dawiyê ku bû sedema kuştina lîwayê Rûsî Valîrî Esabvo, ji encamên siyaseta durû ya Amerîka bû.

Ji aliyê xwe ve Amerîka tekez dike, ku ew bi ti awayî cudahiyê naxe nav grûpên terorsît.