Hikûmeta Sûryê li dijî êrîşên Tirkiyê alîkariya hêzên Kurdî dike

Reuters: Hikûmeta Sûryê bi awayekî nerasterê alîkariya HSD dike û ew yek di xizmeta rêjîma Esed de ye

K24 - Navenda Nûçeyan

Di raporekê de, ajansa Reuters ya Birîtanî dibêje: "Tevî ku heya niha Hikûmeta Sûryê ti alîkariyeke serbazî pêşkêşî Hêzên Sûrya Demokrat nekiriye, lê beramberî operasyona Tirkiyê li Efrînê, bi awayekî nerasterê Hikûmeta Sûryê alîkariya hêzên Kurdî dike".

Rapora ajansa Reuters eşkere dike, ku ji destpêka operasyona Efrînê ve, Hikûmeta Sûryê rê li ber şervan û siyasetvan û welatiyên Kurd vekiriye ku di navçeyên wê re derbas bibin û xwe bigehînin Efrînê.

Heman ajansê diyar kir, ku ev yek di berjewendiya rêjîma Esed de ye û dê bibe sedemek ku hêla bergiriya Efrînê bihêz bibe û pêşveçûnên artêşa Tirkiyê li wê deverê lawaz bike.

Ev 23 roj in, artêşa Tirkiyê û hin ketîbeyên opozisyona Sûriyê dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) kirine û li gorî daxuyaniyên peyvdarê YPGê ji K24ê re, heya niha artêşa Tirkiyê armancên operasyona xwe bicî nekiriye û tenê 15 gund ji gundên Efrînê kontrol kiriye.