Almanya: Belafir biser xelkê ve ket
K24 – Navenda Nûçeyan
Di qûntara çiyayê Wasserkupe li rojhilatê navçeya Hessen, gava pêşandan lidar diket, belafira ji core Cessna biser xelkê de ket.
Ligor lêkolînên destpêkî, heta niha 3 kesan jiyana xwe jidest da ye û 8 brîndar hene.
Di ragihandina hêzên ewleyî de tê diyarkirin ku, lêkolînan destpê kiriye, guman liser pirsgîreka teknîkî ya belafirê ye.
C.B