Hevditina bêdeng di navbeyna McMaster û Kalin de

Herçend liser seredana McMaster bo Tirkiyê gelek şîrove hatin kirin jî, hevdîtina ligel Kalin dûrî medyayê pêkhat

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomariya Tirkiyeyê ragihand: Di hevdîtina Şewirmendê Netewî ya Amerîkayê Mc Master û Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin de hevkariya stratejîk a her du welatan hatiye dûpatkirin.

Herçend di qada siyasî û medya de pêwendiyên Amerika û Tirkiye yek ji babetên sereke ne û seredana McMaster bo Tirkiyê liser gelek şîrove hatin kirin jî, hevdîtina ligel Kalin dûrî medyayê pêkhat. Ev yek jî, wekî nîşanek aloziya pêwendiyan a her du aliyan destnîşan dike.

Şewirmendê Netewî ya Amerîkayê Mc Master û Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin li Stenbolê kom bûn. Li gor jêderên Serokomariya Tirkiyeyê Mc Master û Kalin di derbarê bûyer û pêşhatên li navçeyê axifîne û hevpeymaniya stratejîk a demdirêj a Tirkiye û Amerîkayê dûpatkirine. Herwiha mijarên herî girîng û hestiyar a ji bo Tirkiye û Amerîkayê hatine axaftin û her du welat ji bo bihevre şerê terorê bikin gengeşe kirin e.

Mc Master ev 2 roj in serdana Tirkiyeyê kiribû û ev hevdîtin demek wisa de pêk tê ko, pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê nebaş in. Biryar e Rex Tîllerson jî van rojan serdana Tirkiyeyê bike.