Bolton: Divê Amerîka li serxwebûna Kurdistanê mikur bê

Nûnerê berê yê Amrîka di Netewên Yekgirtî de John Bolton dibêje, “Encamdana referandûm karekî baş e û pêwîst e Amerîka li serxwebûna Kurdistanê mikur bê. ”
kurdistan24.net

K24 – Amerîka

Nûnerê berê yê Amrîka di Netewên Yekgirtî de John Bolton dibêje, “Encamdana referandûm karekî baş e û pêwîst e Amerîka li serxwebûna Kurdistanê mikur bê. ”

Bolton diyar kir,  “Ji bo demeke dirêj dengê gelê Kurd dihat piştguhkirin, niha divê Amerîka li serxwebûna Kurdistanê mikur bê.”

Li ser gefên Îranê, Bolton zelal kir ku, “Îran gefekê li ser tevahiya cîhanê çê dike û bi taybet gefê li hevpeymanên Amerîka li navçeyê çê dike.”