Jineke karsaz dibe stêrka aboriya Bakurê Kurdistanê

Karsazeke jin a Bakûrê Kurdistanê, bi çîroka xwe ya serkeftinê balê dikişîne. Şerîfe Keskîn a ku ji Palûya Elezîzê ye, hem guh nedaye astengiyên di pêşiya jinan de û hem jî xizaniyê nekariye wê di pêşbaziya jiyanê de têk bibe. Şerîfe Keskîn niha karsazeke serkeftî ye û ji 3000 kedkaran re jî deriyê debarê vekiriye.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Karsazeke jin a Bakûrê Kurdistanê, bi çîroka xwe ya serkeftinê balê dikişîne. Şerîfe Keskîn a ku ji Palûya Elezîzê ye, hem guh nedaye astengiyên di pêşiya jinan de û hem jî xizaniyê nekariye wê di pêşbaziya jiyanê de têk bibe. Şerîfe Keskîn niha karsazeke serkeftî ye û ji 3000 kedkaran re jî deriyê debarê vekiriye.

Li Diyarbekirê karsazeke jin bi çîroka xwe ya balkêş dibe yek ji mînakên serkeftinê. Ev karsaz Şerîfe Keskîn e ku li Palûya Elezîzê hatiye dinê û hîn di 3 mehiya xwe de bavê wê wefat kiriye û di nav xizaniyê de mezin bûye. Şerîfe Keskîn dide zanîn ku  wê 4 xwişk û birayek hebûn û li derdora wan mafê xwendinê ji bo keçan nedihat dayîn. Lê dayîka wê  ew daye xwendin û heta zanîngehê jî beşa aboriyê xilas kiriye. Keskîn, piştî zanîngehê demek mamostetiyê dike lê ew dixwaze karê xwe ava bike lê birayê wê ji ber ku ew jin e, li dijî vê biryara wê derdikeve.

Şerîfe Keskîn ji K24ê re wiha axivî: “Piştî kum in demek mamostetî kir min got êdî bese ez dixwazim karê xwe bikim. Malbata min got tu jinî û nabe. Min guh neda wan û min di dema mamostetiya xwe de hinek pere dabûn hev û min ji xwe re kompaniyek vekir.”

Şerîfe Keskîn niha kompaniyek a ewlekarî û paqijiya saziyan dabîn dike bi rê ve dibe û li cem wê jî 3000 kedkar dixebitin. Şerîfe Keskîn dibêje ew ji kedkarên xwe gelek hes dike û beriya her tiştî ew wekî mirovek rêz û heskirinê pêşkêşî kedkarên xwe dike.

Şerîfe Keskîn dibêje: “Kompaniya min wek malbata min e. Ez bi çavê xwiş û bira li kedkaran dinerim. Yek ji sedemên serkeftina min jî ev e. Ez dixwazim xizmeta milletê xwe bikim û ji xelkê xwe re bibim alîkar.”

Şerîfe Keskîn gelek zor û zehmetiyên jiyanê kişandine û ji ber vê yekê jî li hember kesên hewcedar gelek hestiyar e. Niha jî dixwaze komeleyeke alîkariyê ava bike ku bikare ji kesên ku dixwazin bixwînin an jî karê xwe ava bikin re bibe alîkar.