Di xwepêşandana Besrayê de kesek hat kuştin

Piştî birêveçûna xwepêşandana xelkê parêzgeha Besrayê li dijî gendelî û nebûna xizmetguzariyê, hêzên Iraqî bi guleyan destêwerdana xwepêşandanê kirin û 8 kes bûne qurbanî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî birêveçûna xwepêşandana xelkê parêzgeha Besrayê li dijî gendelî û nebûna xizmetguzariyê, hêzên Iraqî bi guleyan destêwerdana xwepêşandanê kirin û 8 kes bûne qurbanî.

Ajansa “Reuters” li ser zarê Polîsa Parêzgeha Besrayê aşkere kir, li 8 xwepêşandar bi guleyên hêzên ewlehiyê birîndar bûn, lê Rêvebirê Nahiya Îmam Sadiq li Besrayê aşkere kir, di dema teqe li xwepêşanderan hetiye kirin, kesekî canê xwe jidest daye.

Rêvebirê navçeya Îmam Sadiq derbarê bûyerê de ji Reutersê re got: “Xwepêşanderan daxwaza derfetên kar û başkirina xizmetguzariyên seretayî dikirin, lê hêzên polîs teqe li wan kirin û kesek kuştin.”

Xwepêşandan li nêzîkî kêlgeha petrola başûrê parêzgeha hat encamdan û welatiyên navçê ji ber dewlemendiya şaredariyê û hejariya koç û kolanên wan nerazî ne û dawaza çaksaziyê dikin.”

 

S. B