Endamekî Desteya Damizrêner a YNKê koça dawiyê kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Desteya Damizrêner a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ebdilrezaq Feylî li bajarê Silêmaniyê koça dawiyê kir.
Endamê Desteya Damizrêner a YNKê Ebdilrezaq Feylî ku jidayikbûna sala 1945an e û di jiyana siyasî û Pêşmergatî de çendî post û pile wergirtine, îşev li komelgeha Bijîşkî Farûq li bajarê Silêmaniyê koça dawiyê kir.
Ebdilrezaq Feylî berê posta Wezîrê Pêwendî û Hevkariyan di kabîneya hikûmeta îdareya Silêmaniyê wergirtibû û demekê jî Berpirsê Nivîsgeha Rêxistinê ya YNKê bû. Dawî post jî, Berpirsê Pêwendiyên Derve yên YNKê bû.
S. B