Erdogan: Mafê Amerîkayê nîn e li Minbicê bimîne.

Erdogan diyar kir ku, Amerîka li Minbicê YPGyê bicih kir, lê xelkê resen ê Minbicê Ereb in û mafê Amerîkayê nîn e li Minbicê bimîne

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ragihand: Mafê Amerîkayê nîn e li Minbicê bimîne.

Erdogan îro li Koşka Serokomariyê axifî û careke din rexneyên tûnd li Amerîkayê girt. Erdogan diyar kir ku, Amerîka li Minbicê YPGyê bicih kir, lê xelkê resen ê Minbicê Ereb in û mafê Amerîkayê nîn e li Minbicê bimîne. Serokomarê Tirkiyê herwiha di derbarê hebûna PKKyê ya li Şengalê de jî ragihand ku, ger Iraq li Şengalê PKKyê jinav nebe, dê Tirkiye wan jinav bibe. Heta ku, gefa PKK û YPGyê dawî nebe ew ranawestin.

 

C.B