Rûsya û hikûmeta Sûriyê Amerîka bi piştevaniya çekdarên DAIŞê tometbar dikin

Hikûmeta Sûriyê dibêje, dêkomênt li ber destê wan hene didin xuyakirin ku êrîşa 18 meha derbasbûyî li dijî hêzên wan li nêzîkî Dêra Zorê, bi piştevaniya Amerîka bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Sûriyê dibêje, dêkomênt li ber destê wan hene didin xuyakirin ku êrîşa 18 meha derbasbûyî li dijî hêzên wan li nêzîkî Dêra Zorê, bi piştevaniya Amerîka bû.

Artêşa Sûriyê ragihand: "Di encama wê êrîşê de nêzîkî şêst serbazên me hatin kuştin û ew êrîş bi alîkariya Amerîka bû, ji ber ku bomb û çekên Amerîkî û Firensî û Belcîkî di destê êrîşkaran de bûn."

Peyvdarê wezareta berevaniya Rûsî berî niha jî ragihandibû, ku çekdarên grûpa DAIŞê ji wan deveran hatine ku di bin destê Amerîka de ye, û Amerîka bi piştevanya wan çekdaran tometbar kir, lê hevpeymana navdewletî ragihand, hêzên wan bê cudakirin grûpên terorsitî dikine armanc.