Israîl baregeheke Hizbulaha Lubnanî li nêzîkî firîngeha Şamê bordûman kir
K24 - Navenda Nûçeyan
Rojnameya Haaretz ya Israîlî belav kiriye, ku serê sibeha îro artêşa Israîlê baregeheke Hizbulaha Lubnanî, ku weke embareke çekan dihat bikaranîn, li nêzîkî firîngeha Şamê bordûman kir, lê heya niha Hikûmeta Sûryê ti daxuyaniyeke fermî li ser wê êrîşê belav nekiriye.
Gellek caran artêşa Israîlê êrîşî baregehên Hizbulahê û yên milîsên Îranê li nêzîkî firîngeha Şamê kiriye û gellek ziyanên canî û madî jî gihandine çekdarên di wan baregehan de.