Baydemîr: Wêrekiya Demîrtaş bandor li Serokê CHPê kir

Berdevkê HDPê Osman Baydemîr dibêje, eger îro Kemal Kiliçdaroglu ji Enqerê ber bi Stenbolê bo gera dadweriyê dimeşe, ev ji ber helwesta wêrekî û berxwedanî ya Selahedîn Demîrtaş e.

K24 – Naveneda Nûçeyan

Berdevkê HDPê Osman Baydemîr dibêje, eger îro Kemal Kiliçdaroglu ji Enqerê ber bi Stenbolê bo gera dadweriyê dimeşe, ev ji ber helwesta wêrekî û berxwedanî ya Selahetîn Demîrtaş e.

Baydemîr li bajarê Semsûra Bakurê Kurdistanê beşdarî bernameya fetarê bû û da xuyakirin, bi têkbirina rêxistina xwînxwar a DAIŞ'ê dê li Rojhilata Navîn serdema wekhevî, azadî û biratiyê dest pê bike û ketina Reqayê dê bibe destpêka dawiya DAIŞ'ê.

Baydemîr bal kişand ser meşa girseyî ya Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu ya ber bi Stenbolê û da zanîn, Demîrtaş ne tenê dema ketiya zindanê, her dem ala azadiya gelan bilind kiriye û wêrekiya wî ya li zîndanê û berxwedana wî karîgerî li derdor kir û niha Kiliçdaroglu ji Enqerê bo dadwerî ber bi Stenbolê dimeşe.

Piştî zindanîkirina parlementerê CHPê Enes Berberoglu, Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu roja 15 vê mehê dest bi mesa dadweriyê a ji Enqerê ber bi Stenbolê kir.