Asayişa li Qamişlo xuşka sikirtêrê Partiya Yekîtî û zarokên wê girtin

Ibrahîm Biro: Îro demjimêr 11 sibehê, xuşka min û hevjînê wê li gel du zarokên wan ji aliyê çeteyên çekdarên ser bi PYDê ve, li Qamişlo hatin revandin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Sikirtêrê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûryê Ibrahîm Biro li ser rûpela xwe ya facebookê nivîsiye: "Îro demjimêr 11 sibehê, xuşka min û hevjînê wê li gel du zarokên wan ji aliyê çeteyên çekdarên ser bi PYDê ve, li Qamişlo hatin revandin".

Ibrahîm Biro zelal kiriye, sedema wê yekê ew e, ku xuşka wî li gel hevjîn û herdu zarokên xwe, çûbûn serdana mala wî li Qamişlo, bi helekfta 3yemîn salvegera koça Hevjîna wî, ya ku berî sê salan li Hewlêrê ji ber nexweşiyê koça dawî kiribû.

Di 13ê Tebaxa 2016an de, serokê wê demê yê ENKSê û endamê niha yê Komîta Pêwendiyên Derve ya ENKS Ibrahîm Biro, ji aliyê asayişa li Qamişlo ve hatibû desteserkirin û piştre ji bo Herêma Kurdistanê hat sirgûnkirin.

Derbarê wê yekê jî, Biro ji medyayê re got: "Du kesan min anîn ser sînorên Herêma Kurdistanê, yek ji wan rûnixumandî bû, ji min re gotin, heger tu careke din vegere emê te bikujin û te parçe parçe bikin".  

N.O