Hadî Amirî serdana Tirkiyê û hin welatên Erebî kir

Jêderekî haydar ragihand, ku Hadî Amirî li gel kurê xwe û Izzet Şabender û sermayedarekî Iraqî ew geşt kirin ku 4 rojan berdewam kir.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Hevpeymaniya Feth û emîndarê giştî yê rêxistina Bedir Hadî Amirî, li gel kurê xwe û kesatiya siyasî ya Iraqî Izzet Şabender, bi firokeya sermayedarekî Iraqê, serdana Tirkiyê û çend welatên Erebî kirin û vegeriyan.

Jêderekî haydar ragihand, ku Amirî li gel kurê xwe û Şabender û sermayedarekî Iraqî ew geşt kirin ku 4 rojan berdewam kir.

Heman jêderî ji malpera (Bexdad El-Yewm) re got: "Ew firokeya taybet a sermayedar Seyd Weheb Hisênî bû, roja 19/6/2018an, dest bi geşta xwe kirin û roja Înê 22/6/2018an, ji Tirkiyê vegeriyan Bexdayê. Lê wî jêderî diyar nekir, gelo armanca wê geştê tenê bihnvedan bû, yan dîdar û civînê siyasî jî li wan welatan encam dane".

Hevpeymaniya hadî Amirî 47 kursiyên Perlemana Iraqê bidest aniye, tevî ku heya niha desthilata dadwerî li dawîn encamên hilbijartinan mikur nehatiye.

N.O