HSD: Ti gundî radestî opozîsyonê nakin

Serkirdeyekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dibêje, heger Lîwaya El-Mustesim 60 gundên li bakurê Helebê yên ku piraniya rûniştvanên wan Kurd in radestî HSDê neke, ew 11 gundên di bin destê wan de radestî wê lîwayê nakin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkirdeyê HSDê Eladîn Xalid ji ajanseke opozîsyonê re ragihand, wan ti gund li bakurê Helebê radestî Lîwaya El-Mustesim nekirine û ti gundî jî radestî wan jî nakin.

Eladîn Xalid got, danûstandinên di navbera HSD û lîwaya El-Mustesim ji mehekê ve bidawî hatine, ji dema ku HSD daxwaz ji wê lîwayê kiribû ku 60 gundî li bakurê Helebê ku piraniya rûniştvanên wan Kurd in, radestî HSDê bike.

Hatibû ragihandin ku, Proseya radeskirina 12 gundên ser bi Ezazê li bakurê Helebê ve yên ku di bin kontrola YPG de ne bo Lîwaya El-Muhtesim (Grûpeke opozîsyona Sûriyê ye) dest pê kiriye û YPGê ji gundê Şêx Îse jî vekişiya.