Tirkiye: Li Stenbolê 4 penaberên Sûrî hatin brîndar kirin

Ligorî daxuyaniya penaberan, wan zû polîs agahdar kirin, lê polîsan dereng rêgirî kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bajarê Stenbolê, tirkên nijadperest êriş birin ser dukan û bazara civaka Suriyan û 4 kes bi çequyan ve, brîndar kirin.

Grûba ku bi diruşmên Partiya Nijadpereset MHPê qeriyan,  dukan û tirimbêlên penaberên Surî  şkandin û 4 kes jî, bi çequyan birîndar kirin.

Çar penaberên ku hatibûn brîndar kirin, rakirin nexweşxaneya hawarhatinê ya Esenyurdê.

Di êrişa Tirkên Nijadpereset de, gelek penaber hatin lêxistin û pencerên dukan û malên wan jî hatin şkandin.

Ligorî daxuyaniya penaberan: wan zû polîs agahdar kirin, lê polîsan dereng rêgirî kirin.

Penaberên Surî, ku xwestin vê êrişê şermezar bikin, rastî êrişa tund a polîsan hatin û 3 penaber jî hatin binçav kirin.

 

 

C.B