Mîlîşyayên li Efrînê welatiyên Kurd eşkence didin
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, hejmarek ji welatiyên navçeya Cindirêsê ya Efrînê desteser dikin û eşkence didin.
Çalakvanên ji Efrînê ragihandin, duh li Cindirêsê li taxa Jêr çekdarên Feyleq el-Şam avêtin ser malên Kurdan û hejmarek ji welatiyan girtin û eşkence dan.
Dan zanîn jî, wan çekdaran sivikî bi jin û zarokan kirin û malên wan talan kirin.
Ji aliyekî din ve, jêderekî ji K24ê re ragihand, çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve zêdetir ji 30 xortên her du gundan Anqelê û Senarê ên ser bi Cindirêsê ve girtine û li hember berdana her kesekî ji wan, çekdaran daxwaza yek hezar dolar kirine.
Li gundê Dîkê yê ser bi Raco ve jî, kalemêrekî 83 salî ê bi navê Seydo Arif Bilo dema li aliyê gundê Simaqên xwe diçinî, ji aliyê çekdaran ve hat girtin û eşkencedan û piştî 4 rojan ew kalemêr azad kirin.
S. B