El-Bûkemal deryê "Hîlala Şî`î" li ber Îranê vedike

Îran: Piştî bidawîhatina DAIŞê rê li ber azadkirina Qudsê hat vekirin û niha dora şerê Israîlê hatiye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rojnameya The Times ya Birîtanî, di raporekê de behsa giringiya kontrolkirina bajarokê El-Bûkemal ji bo Îranê dike û dibêje: "Îran li ser paşmayên DAIŞê Hîlala Şî`î ava dike."

Li gorî raporê, piştî ku rêjîma Sûrya bajarokê El-Bûkemal kontrol kir, ku ew jî li ser sînorê di navbera Sûrya û Iraqê de ye, niha Îran û hêzên ser bi Taranê ve li wê deverê mijûlî danîna bingeha Hîlala Şî`î ne, ku bi riya wê Taranê bi Derya Sipî ve girêdide.

Kontrolkirina bajarokê El-Bûkemal gellekî ji Îranê re giring bû, lewra ne tenê hêzên Rêjîma Sûriyê û alîgirên wê ji milîsên Şî`e di operasyona kontrolkirina wî bajarokî de şer kirin, lê Taranê fermandarê feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran Qasim Silêmanî jî tevlî wî şerî kir û tevî ku Silêmanî kêm car cihê xwe di şerên Sûriyê eşkere dike, lê vê carê bi girteyên vîdyoyî di nav û derdora bajarokê El-Bûkemal de Silêmanî hêza xwe pêş cîhanê kir wek nameyekê ku xeleka dawî ji Hîlala Şî`î pêk hat û ji wir jî nameyek ji rêberê Komara Islamiya Îranê re Elî Xamineyî re şand û têde bidawîhatina DAIŞê ragihand.

Rojnameya Quds ya Îranî jî Îro di manşêta xwe ya serekî de dibêje: "Piştî bidawîhatina DAIŞê rê li ber azadkirina Qudsê hat vekirin û niha dora şerê Israîlê hatiye."

Ji aliyê xwe ve rojnameya "Meşriq News" ya ser bi Supaya Pasdaran ve di raporekê de got: "Bi kontrolkirina El-Bûkemal, sêgoşeya Israîlî - Erebî- Rojavayî hat şikestin û vê yekê Taran bi riya bejayî gihandiye ser Derya Sipî û divê cîhan li hêviya guhertina belansa hêzê be li rojavayê Asya".