Almanya hevkariya xelkê Şingalê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi piştevaniya hikûmeta Almanyayê 562 xanî li sînorê navçeya Sinûnê li qezaya Şingalê hatin dirustkirin û nûjenkirin. Lê ji ber hebûna hêzên PKKê projeyeke din ya hevawa li komlegeha Xanesorê nehat cibicîkirin. Balyozê Almanyayê jî li navçeya Sinûnê amaje bi wê dike, ew dikarin tenê li navçeyên aram û asayiş tê de heye, projeyn xwe cibicî bikin.