Necmedîn Kerîm bo xelkê Kerkûkê: Biçin ser sindoqên dengdanê

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di peyamekê de daxwaz ji xelkê Kerkûkê dike, roja Duşemê 25ê Îlonê biçin ser sindoqên dengdanê. Hemû amadekarî hatine û sindoqên dengdanê li cihên ku berê xelkê deng lê dane ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di peyamekê de daxwaz ji xelkê Kerkûkê dike, roja Duşemê 25ê Îlonê biçin ser sindoqên dengdanê. Hemû amadekarî hatine û sindoqên dengdanê li cihên ku berê xelkê deng lê dane ne.

Di dirêjahiya peyama xwe de Necmedîn Kerîm dibêje: “Ji xelkê Kerkûk û Kurdistanê re ev rojeke dîrokî ye. Ev prose ne ya partiyekî yan kesekî ye. Ev ya xelkê Kurdistanê ye û dahatûya Kurdistanê ye. Kerkûk niha ji her demeke din aramtir e û ti metirsiyek li ser Kerkûkê nîn e.”

Parêzgarê Kerkûkê got: “Careke din daxwaz ji xelkê Kerkûkê dikim, bê cudahiya netew , ol û endametiya partîtî biçin ser sindoqên dengdanê û dengên xwe bidin, wek dilsoziyekê ji giyanên pak ên şehîdan re ku Kerkûk ji DAIŞê parastin. Kerkûk ji hêza Dicle parast û hêştin ku niha em hemû li Kerkûkê bimînin. Hêvîdar im ti poşmaniyek ji encama giştpirsiyê nabe.”

Necmedîn Kerîm got jî: “Ev rapirsî ya xelkê ye. Xelk biryarê dide biçe dengê xwe bide yan nede. Hemû partiyên siyasî, ewên ku piştgiriya xwe ji bo referandûmê kirin, ewên ku piştevaniya referandûmê kirine, piştevanî li pêkanîn referandûma hemû Kurdistanê kirine, di peyrew û plana xwe de nivîsandine ku biryar hatiye dayîn di referandûmê de beşdar dibin û referandûm li hemû Kurdistanê bê kirin, bi navçeyên ji îdareya Kurdistanê hatine birîn ve, ev biryara hemû partiyan e û ev yek bo hemû endaman hatiye ronîkirin, ji ber vê jî piştgirî lê hate kirin ku piştgirê referandûmê bin ji bo li van cihan jî referandûm bê kirin.’’