Rûsya: Sizayên Amerîka li dijî me dijminkarî ye

Dimitri Peskov: Amerîka bi riya sepandina sizayan bi ser kiryarên çekên Rûsî û li ser fermandarên Artêşa Rûsya, dixwaze Mosko ji hevrikiya bazirganiya cîhanî ya çekan dûr bixe.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Hikûmeta Rûsî ragihand, ku sizayên Amerîkî li bo ser kiryarên çekên Rûsî û fermandarên serbazî, karekî dijminane ye.

Peyvdarê binavê Kirimlinê Dimitri Peskov ragihand, Amerîka bi riya sepandina sizayan bi ser kiryarên çekên Rûsî û li ser fermandarên Artêşa Rûsya, dixwaze Mosko ji hevrikiya bazirganiya cîhanî ya çekan dûr bixe.

Dimitri Peskov sizayên Amerîkî bi karekî dijminane binav kir, lê behsa bersivdana Mosko li dijî wî karê Washingtonê nekir.

Berî du rojan, Amerîka bi sedema kirrîna firokeyên cengî û sîstema berevaniya mûşekî ji Rûsya, çendîn siza li ser welatê Çînê sepand, hevdem sîh û sê kesatî û fermandarên Artêş û Hewalgiriya Rûsya xist nav lîsta reş de.

N.O