McMaster: Divê Washington navbênkariyê di navbera Bexda û Hewlêrê de bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîka daxwaz dike, Washington navbênkariyê di navbera Bexda û Hewlêrê de bike.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîka H. R. McMaster dibêje, pêwîst e Amerîka rasterast navbênkariyê di navbera Bexda û Hewlêrê de bike, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê.

R. McMaster dibêje, pêwîst e Amerîka bi her awayekî hevkariya hevpeymana me Kurd bike û gelê Kurdistanê di aramî û ewlehiyê de bin.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîka ragihand jî, Kurd ji çend salan ve hewl dide Iraq bihêz bimîne û nekeve bin destê Îranê.