Hişyar Zêbarî: Paşxistina referandûmê, xwekuştina siyasî ye

Endamê Encûmena Bilind a Referandûmê û endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Hişyar Zêbarî radigihîne, paşxistina rederandûma serxwebûna Kurdistanê ji serkirdeyên Kurd re xwekuştineke siyasî ye û amaje bi wê dike, piştî birêvebirina referandûmê guftûgoyên cidî ligel Bexdayê dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Encûmena Bilind a Referandûmê û endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Hişyar Zêbarî radigihîne, paşxistina rederandûma serxwebûna Kurdistanê ji serkirdeyên Kurd re xwekuştineke siyasî ye û amaje bi wê dike, piştî birêvebirina referandûmê guftûgoyên cidî ligel Bexdayê dikin.

Hişyar Zêbarî ji K24ê re got: “Em ti carî deriyê guftûgoyê nagirin, berî referandûmê û piştî referandûmê jî amade ne guftûgo û danûstandinan ligel Bexdayê bikin, ji ber ku me her du aliyan pêwîst bi hev heye.m

Got jî: “Şanda Encûmena Bilind a Referandûmê di dema borî de serdana Bexdayê kir û daxwazên Herêma Kurdistanê gihandin berpirsên Iraqê, niha careke din şandeke Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê û guftûgoyê ligel berpirsên Iraqê dike.”

Hişyar Zêbarî ragihand jî, “Piştî referandûmê serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê, şîroveya rewşê û karvedanan dike, berê me got ku birêvebirina referandûmê ne bi wateya ku roja di pişt re dewleta Kurdistanê rabigihînin, ev proseyek e pêwîstiya wê bi gelek kar heye û pêwîstiya wê bi gelek guftûgo û danûstandin heye.”

Diyar kir jî, “Berê me ragihandibû, girîngtirîn alî ku dixwazin piştî referandûmê danûstandinê ligel wan bikin Iraq e, ji bo li ser mîkanîzmekê li hev bikin, çawa dikarin bibin du cîranên baş.”

Derbarê paşxistina referandûma serxwebûna Kurdistanê de, Hişyar Zêbarî ji ajansa “Reuters” re jî ragihand, “Paşxistina referandûma serxwebûna Kurdistanê bê gerentiyên navdewletî yên karibe Bexdayê bi cibicîkirina daxwazên Kurd pabend bike, xwekuştina siyasî ye ji serkirdayetiyên Kurd û xewna serxwebûna Kurdistanê re.”