Dîlon: Ti hêzên hevpeymaniyê li Efrînê nîn in

Hevpeymaniya Navdewletî derbarê gefên Tirkiyê li ser Efrînê de dibêje, ti hêzeke wan li Efrînê nîn in û tenê ew giringyê didin şerê li dijî DAIŞê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî derbarê gefên Tirkiyê li ser Efrînê de dibêje, ti hêzeke wan li Efrînê nîn in û tenê ew giringyê didin şerê li dijî DAIŞê.

Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî Rayan Dîlon ji rojnameya “Şerq El-Ewset” çapa Londonê re derbarê daxuyaniyên serkirdatiya Tirkiyê yên li dijî Efrînê û destpêkirina operasyonekê li wî bajarî got, Ti hêzeke Hevpeymaniya Navdewletî li Efrîn bicih nekirine û hêzên wan li wê navçeyê nîn in, niha tenê ew giringyê didin şerê li dijî DAIŞê.

Got jî, Tirkiyê endameke NATO û Hevpeymaniya Navdewletî ye û hevalbenda wan e û her tiştê wan ji şerê DAIŞê dûr bixe, nîgeraniyê li cem wan çê dike. Dilon diyar kir jî, ti karînên mezin yên DAIŞê li Sûriye û Iraqê re nemane, lê hîn wek gef maye.

Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî ragihand jî, hevpeymanî çavdêriya rewş û DAIŞê dike, ta alîkariyên pêwîst li Sûriye û Iraqê pêşkêşî hevpeymanên xwe bike. Aşkere kir jî lêdanên wan ên li dijî DAIŞê her diçin kêm bûne, ku di meha Îlonê de hezar û 500 lêdan bûn, lê di meha Cotmehê de daket 700 û Mijdarê tenê 200 lêdan bûn.

Dîlon derbarê kêmkirina hêza Amerîkî li Sûriyê got, ewê di demên bê de hêzên xwe li wî welatî kêm bikin û niha dê 400 leşkerên wan ji wî welatî bêne vekişandin.

Herwiha Dîlon aşkere kir, hejmara çekdarên DAIŞê yên ku li Sûriyê û Iraqê mane nêzîkî 3 hezar çekdar in.