Bahçeli: Amerika cambaziyê dike

Ligor Bahçeli Amerika henekên xwe bi Tirkiye dike. Amerika bi xwe ji her kesan baştir dizane, ku berpirsên PKK li çi deverê dimînin û navnîşana wan herî zêde ji aliyê Amerika ve tê zanîn

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Tevgera Nîjadperest  (MHP) Devlet Bahçeli, liser account a xwe ya twitterê gotibên giran li hember Amerika bikar anîn û dawî biryara Amerika ya xelata 12 milyon dolaran jib o agahiyên, ku dikarin bibin egera girtina birêvebirên PKK bi hile û cambazî binav kir.

Ligor Bahçeli Amerika henekên xwe bi Tirkiye dike. Amerika bi xwe ji her kesan baştir dizane, ku berpirsên PKK li çi deverê dimînin û navnîşana wan herî zêde ji aliyê Amerika ve tê zanîn.

Bahçeli nivîsiye ku, lîstika Amerika vê care ev e ku, YPG rêxistinek rewa ye, lê gelek baş dizanin YPG PKK bi xwe ye.

 

 

C.B