Nûnerê MSDê li Washingtonê: Amerîka me bi tenê nahêle

Nûnerê MSDê li Washingtonê radigihîne, Amerîka tekeziyê li ser hevpeymaniya bi HSD û MSDê re dike û ew Rêveberiya li bakurê Sûriyê heye, bi tenê nahêle.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê MSDê li Washingtonê radigihîne, Amerîka tekeziyê li ser hevpeymaniya bi HSD û MSDê re dike û ew Rêveberiya li bakurê Sûriyê heye, bi tenê nahêle.

Şandeke Amerîkî ku ligel Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya bû, di wê hevdîtinê de jî Serokê Encûmena Siryanî ya Niştimanî ya Sûrî û Nûnerê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Besam Seîd Ishaq amade bû.

Nûnerê MSDê li Washingtonê Besam Seîd Ishaq li ser armanca serdana wan ji Herêma Kurdistanê re ji K24ê re aşkere kir, armanca wan ji serdana Herêma Kurdistanê ew bû, da ku ligel berpirsên Herêma Kurdistanê bicivin. Herwiha karûbarên pêkhateyên Siryanî – Aşûrî li Herêma Kurdistanê ji nêzîk ve bişopînin û bigihînin Amerîka, da ku alîkariya wan bê kirin.

Li ser pêşwaziya Herêma Kurdistanê ji pêkhateyên Xiristiyanî re got: “Herêma Kurdistanê hevpeymaniyeke gelekî nêzîk a Amerîka ye, Hevdîtinên me ligel berpirsên Herêma Kurdistanê gelekî erênî bû. Hin pirsgirêk li pêş pêkhateyên Xiristiyanî li Deşta Neynewa hene, tevî ku em dizanin gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek alîkarî pêşkêşî vê pêkhatiyê kirine, lê em hêvî dikin ligel wê rewşeke baştir peyda bikin.”

Li ser gefên Tirkiyê ji rojhilatê Firatê re, Nûnerê HSDê li Washingtonê got: “Berpirsên Amerîkî tekeziyê li ser hevpeymaniya bi HSD û MSDê re dikin û dibêjin ewê piştgîriya vê ezmûna li bakurê Sûriyê heye bikin. Daxuyaniyên ji aliyê Tirkiyê ve derdikevin li cem me cihê dilgiraniyê ye, lê karvedaneke erênî ji aliyê Amerîka hebû ku Hevpeymaniya Navdewetî gerên çavdêriyê yên hevbeş bi HSDê re li ser sînor encam dan.”

Nûnerê MSDê li Washingtonê got jî, gerên hevbeş ên di navbera Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê de, peyamek e ku tekez dike Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîka ligel ezmûna Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê ye.

Li ser qonaxa piştî jinavbirina DAIŞê û mana Amerîka li bakurê Sûriyê, got: “Şerê li dijî DAIŞê bi dawîbûna operasyonên leşkerî re bidawî nabe. DAIŞ hizr, bîr û edolojî ye û Amerîka vê jî baş dizane. Herwiha Nûnerê Ameîrka bo Karûbarê Sûriyê James Cefry jî got, heta Îran li Sûriyê heye, ewê jî bimînin, ev jî tiştekî nû ye, berê Amerîka behsa hebûna DAIŞê dikir, lê niha behsa hebûna Îranê dike. Amerîka dixwaze ji bo hejmûnên Tirkiye û Îranê li Sûriyê, hevsengiyê li Sûriyê çê bike. ”

Li ser mikurhatina Amerîka ji Rêveberiya Xweser a li Bakurê Sûriyê, Îshaq got: “Ti hêzek piştevaniya leşkerî ji aliyê re pêşkêş nake, heger projeyeke siyasî li pişt wê tune be. Pêwîstiya mikurhatinê bi demê heye, hin tişt hene divê bêne kirin. Amerîka dibêje ew ligel çareseriya siyasî li tevahiya Sûriyê ye, dema Amerîka tenê danpêdanê bi devera bakurê Sûriyê bike, ew yek tê wateya perçebûna Sûriyê. Amerîka jî ne bi porjeya perçebûna Sûriyê re ye.”

 

 

S. B