Bi vedio.. Pêşmerge bihêztirîn tanka cîhanê têkşikand

Di yekem rûbirûbûn de li gel çekdarên ser bi milîsên Heşda Şeibî ve, li sînorê Pirdê, karîn tankeke Abrams ya Amerîkî têk bişkînin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hêzên Pêşmergên Kurdistanê, di yekem rûbirûbûn de li gel çekdarên ser bi milîsên Heşda Şeibî ve, li sînorê Pirdê, karîn tankeke Abrams ya Amerîkî têk bişkînin.

Kurdistan24ê wek yekem jêdera nûçeyên Kurdistanê karî xwe bigîne nêzîktirîn xal ji wê tankê û wêneyê wê girt û bi cîhanê pêşan da.

Tanka Abrams yek ji bi hêztirîn tankên cîhanê ye û li Amerîka hatiye çêkirin.

Di çarçoveya biçekkirina artêşa Iraqê de, ew tanka Abrams ketiye destê milîsên Heşda Şeibî û di dema êrîşa wan de li ser Herêma Kurdistanê, wan milîsan ew tank li dijî hêzên Pêşmerge bikar anîn.