Amadeyiya êrîşek terorîstî mezintir ji ya Barcelonayê hatibûye kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Yek ji terorîstên girtî,ku  rojekê berî êrîşa terorîstî ya Barcelona li devera Alcanar a Ispanyayê hatî girtin Mihemed Hûlî Chemlal, di dadgehê de li xwe mukir hat, ku amadeyiya êrîşek mezin a terorîstî li Ispanyayê kirin e.

Ligor mukirhatina Chemlal di wê êrîşê de ewan xwestiya bi teqînan wê kiryara terorîstî encamp bidin.

Roja pêncşemiya derbasbûyî li paytexta Katalonya ya Ispanyayê Barcelona, di encama êrîşek terorîstî de 15 kesan jiyana xwe jidest da bû, 120 kes jî hatibûn brîndar kirin. Rêxistina DAIŞ a terrorist ew rûdan girtibû ser xwe.