Îran: Karînên me ji bo tofkirina Yoranyomê hene

Îran: Karînên me yên mirovî ji bo çalakiyên etomî, ji 15 hezar kesan pêk tên.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê rêxistina enerciya etomî ya Îranê Elî Ekber Salihî, ji televizyona fermî ya Îranê re ragihand, ku wan alîkarên xwe di Perlemana Îranê de haydar kirine, ku niha Îran dikare di zûtirîn dem de, dest bi tofkirina yoranyomê bike.

Bi gotina Salihî, karînên wan hene ku rêjeya tofkirinê zêde bikin û eşkere kir, ku piştî rêketina etomî, avakirina du bingehên etomî ji bo çalakiyên teknolojî di pilana wan de hebû û bi giştî karînên wan yên mirovî ji bo çalakiyên etomî, ji 15 hezar kesan pêk tên.

Piştî ku Amerîka xwe ji rêketina etomî vekişand, daxuyanî û gefên Îranê derbarê tofkirina yoranyomê zêdetir bûne, ev yek jî di demekê de ye, ku Yekîtiya Ewropa fişaran dike, daku Îran pêbendî rêketinê be.

N.O