Amerîka: Emê hevpeymanên xwe hemberî Îranê bihêz bikin

Mattis: Ji bo rûbrûbûna Îranê, wê Amerîka bizavên xwe zêde bike, daku hevpeymanên xwe li navçeyê di warên serbazî de bihêztir bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê berevaniya Amerîka James Mattis red kir ku welatê wî ji bo rûbrûbûna Îranê, hêzên çekdar bikar bîne û got: "Emê karînên serbazî yên hevpeymanên xwe li hemberî Îranê bihêz bikin."

James Mattis tekez kir, ku Amerîka wê bizavên xwe yên dîplomasî ji bo eşkerekirina kiryarên Îranê li navçeyê berdewam bike, lê ji bo rêgirtin li çalakiyên Îranê, Amerîka hêzên xwe li navçeyê zêde nake.

Mattis diyar kir, ji bo rûbrûbûna Îranê, wê Amerîka bizavên xwe zêde bike, daku hevpeymanên xwe li navçeyê di warên serbazî de bihêztir bike û hêza serbazî ya hevpeymanên xwe li hemberî Îranê zêdetir bike.