Kurdistan Encûmena Sivîl a Reqayê hate damezrandin

Encûmena Sivîl a Reqayê hate damezrandin
Kongreya Demezrandina Encûmena Sivîl a Reqayê / 18 Nîsana 2017

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarokê Eyn Îsayê yê Rojavayê Kurdistanê û li navenda Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) bi awayekî fermî Encûmena Sivîl a Reqayê hate ragihandin.

Di bin navê “Biratiya gelan û pêkvejiyan, gerantiya Netewa Demokratîk e” Encûmena Sivîl a Reqayê kongreya xwe ya damezrandinê li bajarokê Eyn Îsayê lidar xist.

Komîta Amedekar ku ji 9 kesan pêk dihat, di dema 6 mehan de bi armanca wergirtina helwest û nêrînên wan, hevdîn ligel eşîrên bajarê Reqayê kirin.

Di kongreya damezrandina Encûmena Sivîl a Reqayê de her yek ji Hevseroka ESDê Îlham Ehmed, Hevserokê Encûmena Zagonsaz a bajarê Minbicê Farûq Maşî, Hevserokên Encûmena Cibicîkar a Minbicê Îbrahîm El-Qeftan û Zêneb Qenber, Hevserokê Rêveberiya Xweser a Girê Spî Hemdan El-Ebid, Berdevkê HSDê Telal Silo û Berdevkê Operasyona Hêrsa Ferêt Cîhan Şêx Ehmed jî tê de beşdar bûn.

Berdevkê HSDê Telal Silo di konferaske rojnamevanî de tekezî li ser wê yekê kir, piştî kontrolkirina Reqayê ji destê DAIŞê dê rêveberiya bajarê Reqayê rasdestî Encûmena Sivîl a Reqayê bikin.

Silo got jî, ew bi bawer e ku Encûmena Sivîl a Reqayê dê karibe bi erkên xizmetguzariya xelkê Reqayê rabe, nexasim ku di dema dawî de Komîta Amdekar derbarê gundên ku hatibûn rizgarkirin de karî bi erkên xwe rabe.