PDK bo pêkanîna hikûmetê dest bi gereke din dike

Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro serdana Silêmaniyê dike û ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro serdana Silêmaniyê dike û ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê dicive.

Endamê Serkirdatiya PDKê Bilind Îsmaîl ji K24ê re ragihand, îro şandeke PDKê bi mebesta guftûgokirina pirsa pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Silêmaniyê dike û ligel YNK û Tevgera Goranê dicive.

Bilind Îsmaîl da zanîn jî, şanda PDKê ji Azad Berwarî, Mehmûd Mihemed, Hêmin Hewramî û Derset Sofî pêk tê.

Her di vê derbarê de, Endamê Serkirdatiya PDKê Xesro Goran ji K24ê re got, PDK ligel YNK û Tevgera pirsa pêkanîna hikûmeta Kurdistanê guftûgo dike, ji ber ku hin aliyên din ji destpêkê ve gotin ew beşdarî hikûmetê nabin.

Got jî, YNK û Tevgera Goranê bi erênî li pêkanîna hikûmetê dinêrin û amade ne beşdarî hikûmetê bibin.

PDK bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê guftûgoya ev cara sêyemîn e ligel YNKê û Tevgera Goranê dicive.

 

S. B