Desteya destpakiyê: 123 Doseyên gendeliyê jib o dadgehê hatine şandin

Ehmed Enwer: Kirîzên Herêma Kurdistanê tenê bi yek riyê tên çarekirin, ew jî çaksazî ye, ew jî bi hevkariya hemû dezgehên Herêma Kurdistanê tê bicîkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di kongirekî rojnamevanî de, serokê desteya destpakiyê ya Herêma Kurdistan Ehmed Enwer ragihand: "Kirîzên Herêma Kurdistanê tenê bi yek riyê tên çarekirin, ew jî çaksazî ye, ew jî bi hevkariya hemû dezgehên Herêma Kurdistanê tê bicîkirin, ji ber ku pêwîstiya wê pirsê bi hevdengiyê heye".

Ehmed Enwer eşkere kir: "Niha 197 doseyên gendeliyê li ber destê me ne û lêkolîn li wan tê kirin û hîn ji bo dadgehê nehatine şandin, herweha 178 doseyên din li ber destê dadgehê ne û di dema derbasbûyî de jî, me 123 doseyên din yên gendeliyê sand dadgehê, ji wan jî 39 dosye biryarên sizadanê li ser wan derketine."