Îranê deriyê Başmax ji ber petrola Kerkûkê vekiriye

Kerkûkî got ku, teqênî û nearamî li Kerkûkê berdewam in û rojane biqasî 260 hezar varilên petrolê bi tankêran ji Kerkûkê bi rêya deriyê Başmax bo Îranê tên hinartin. Ew tanker jî Îranî ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Konseya Serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê Kerkûk – Germiyanê Ednan Kerkûkî diyarkir ku, Kerkûk ji demek aloz ve derbas dibe û petrola Kerkûkê bi rêya deriyê Başmax derbasî Îranê dibe.

Kerkûkî got ku, teqênî û nearamî li Kerkûkê berdewam in û rojane biqasî 260 hezar varilên petrolê bi tankêran ji Kerkûkê bi rêya deriyê Başmax bo Îranê tên hinartin. Ew tanker jî Îranî ne.

Ligor Ednan Kerkûkî, ji devera Keyvan ji sebehî heta êvarî tanker petrolê hildidin û ev petrol digihe Îranê. Îran deriyê Başmax bo vê mebestê vekiriye. Hukimeta Iraqê jî vê yekê dizane, lê dengê xwe dernaxe. Armanca wan heye, ku boriyê petrolê jî, ji Kerkûkê bo Kirmaşan deynin û rojane 650 hezar varilên petrol Kerkûkê derbasî Îranê bikin.