Kurdistan Hevjîna Ehmed Turk: Ehmed dê hîn jî ji bo aşitiyê bixebite

Hevjîna Ehmed Turk: Ehmed dê hîn jî ji bo aşitiyê bixebite
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ehmet Turk

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ehmet Turk, di 17'ê Mijdara 2016'an de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ve ji peywîrê hat dûrxistin û di 24'ê Mijdarê de ji aliyê Dadgehê ve hat girtin. Ehmed Turk, niha hezar û 700 kîmometre ji mala xwe dûr, di zindanê de ye. Kurdistan24 li Mêrdînê bû mêvanê mala Ehmed Turk. Hevjîna Ehmed Turk, Mulkiye Xanim derd û kulên xwebi rêya K24'ê anîn zimên. Mulkiye Turk dibêje;'Ehmed Turk, sembola demokrasiyê bû lê belê ji ber temen û nexweşiyên wî, zindanîkirin jê re gelek giran tê.

Mulkiye Turk, ji 40 salan zêdetir ehevparaçarenivîsa Ehmed Turk e. Heta niha gelek caran li hêviya azadkirina Ehmed Turk a ji zindanan maye û di rojên tenê de bi çavên xemgîn wiha li bîranînên hevjînê xwe dinihêre. Mulkiye Xanim dibêje; ji ber temenê dirêj ê hevjînê min û nexweşiyên wî, xema dilê min zêde dibe û dibêje: "Girtina Ehmed tiştekî giran bû. Him temenê wî mezin e, him nexweş e. Ehmed sembola Kurdan e; sembola demokrasiyê ye, ji ber vê yekê zilmek hat kirin. Ji mîdeya xwe nexweş e, pîl di dilê wî de ye. mij ketiye ser çavên wî. Bronşîta pişê pê re heye, ba pê re heye. Siheta bedena wî hîç tune ye. Temenê wî jî mezin e. Em li ber dikevin, di temenê wî yê mezin de ev girtin jê re giran tê. Em ji Xwedê bi hêvî ne ku serbest were berdan."

Ehmed Turk 6 caran ji Mêrdînê wekî parlementer hatiye hilbijartin û heta niha CHP, SHP, HEP, DEP, DEHAP jî di nav de di 8partiyên siyasî de siyaset kiriye. Turk, di heyama derbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'an de 3 salan li girtîgeha navdar a Diyarbekirê girtî maye û rastî êşkenceyên giran hatiye. Dema Ehmed Turk serbest hatiye berdan, hevjîna wî Mulkiye Turk birînên wî derman kirine. Mulkiye Turk dibêje; Ehmed ji bo Kurd û Tirkan sembola aştî û demokrasiyê ye.

Herwiha Mulkiye Turk dibêje: "Ehmed însanekî tam demokrat bû. Ne piştgirê xirabûyê bû. Pêvajoya çareseriyê têk birin. Heger ew pêvajo têknebiranû nasnameya Kurdan bi danayê û ev şer rawestiya baştir dibû. Dijminên wî jî jê hez dikirin, dibe ku tenê faşîstan jê hez nekiribe. Yên ku ew nas kirine jê hez kirine. Yên ku wî nasnekin dibe ku jê hez nekin. Ew tiştekî din e."

Ji bo çareserkirina Meseleya Kurdî Ehmed Turk, wekî siyasetmedarekî li dijî tundiyê tê naskirin. Di salên 90'î de bi Serokê Kurdistanê yê niha Mesût Barzanî û Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talabanî re hevdîtin pêk anî. Ehmed Turk 8'ê Hezîrana 1993'an, peyama Tirkiyeyê ji destê Serokomarê 8'emîn Turgut Ozal bir Geliyê Bekayê û radestî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir. Piştî 20 salan, careke din Ehmed Turk li Girava Îmraliyê dîsa ji bo çareserkirina meseleya Kurd bi Ocalan re hevdîtin pêk anî.

Mulkiye Turk jî behsa hewil û helwesta hevjînê xwe ji bo çareserkirina meseleya Kurd dike û dibêje; pisgirêkên li Tirkiyeyê zêde dibin û ji bo çareseriyê pêwîstî bi mirovên xwedî aqlê maqûlane heye.

Mulkiye Turk got jî: "Peyama me ji Tirkan re, ji dewleta Tirkiyeyê re heye; bila aştiyek, wekheviyek hebe, bila nasname were dayîn. Bila ev xwîn bisekine. Xwedê vê xwînê bide sekinandin û deriyeke xêrê veke."

Ehmed Turk di hilbijartinên 30'ê Adara 2014'an de ji sedî 52.2'ê dengên shilbijêran stend û ji DBP'ê bû hevserokê Şaredariya Bajarê Mezina Mêrdînê. Di Çileya 2016'an de doz lê hat vekirin û di îddîanameyê de hat gotin ku;'Ehmed Turk endamê rêxistina çekdar e û propagandaya rêxistina çekdarî kiriye.'Ji ber van tawanan ji 7 salan heta 18 salan cezayê girtîgehê jê re tê xwestin.

Ehmed Turk ji 24'ê Mijdara 2016'an ve li girtîgeha Sîlîvriyêya Stenbolê zindanîkirî ye. Mulkiye Turk jî çaverê ye kuhevjînê were azadkirin da ku dîsa ji bo aştiyê bixebite.