"Tirkiye çekên kîmawî li Efrînê bikar tîne"

Medya nêzîkî YPG: Artêşa Tirkiyê bi çekên kîmawî, êrîşî gundên devera Şiye ya ser bi Efrînê ve kir, di encamê de şeş welatî li gundê Erendê birîndar bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) vîdyoya hejmarek birîndar belav kir û ragihand, ku artêşa Tirkiyê li gundên Efrînê çekên kîmawî bikar aniye.

Li gorî medya nêzîkî YPG: "Artêşa Tirkiyê bi çekên kîmawî, êrîşî gundên devera Şiye ya ser bi Efrînê ve kir, di encamê de şeş welatî li gundê Erendê birîndar bûne".

Endamê desteya rêvebir ya nexweşxaneya Avrîn li Efrînê Dr Xelîl Sebrî   ragihand: "Niha birîndar di bin çavdêrî û dermankirinê de ne, piştî dermankirinê, encamên lêkolînan derbarê ew maddeyên ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye bikaranîn, wê bêne belavkirin".

Artêşa Tirkiyê di 20 meha derbasbûyî de, dest bi operasyona serbazî ya bi navê (Şaxê Zeytûnê) kir û heya niha jî ew operasyon berdewam e.